Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ Berpirsîya Êrîşa li Nezî Kerkukê Digire Ser Xwe


(arşîv)
(arşîv)

Dewleta Îslamî (DAIŞ) berpirsîya êrîşa dijî navendeke polîsan ya li nêzî Kerkukê ya Îraqê girt ser xwe.

Li gor jêderên polîsan di êrîşê de 10 polîsên Îraqî hatibûn kuştin û 4 jî hatibûn birîndar kirin.

DAIŞ’ê bi rêka Ajansa Nûçeyan Amaqê ya li Telegramê berpirsîya bo êrîşê ragihand.

Ew çavkanî dide zanîn ku çekdarên DAIŞ’ê li gundekî Raşad ya 30 kîlometre li rojavayê başûrê Kerkukê dikeve, bi polîsan bi qasî du saetan pev çûne.

Dîsa li gor ragihandina wê çavkanîyê, çekdaran bo rê li ber alîkarîya polîsên din bigirin li kêleka rê bombe bi cîh kirine û sê maşîneyên polîsan peqandine.

Ji alîyê din ve jêderên ewlekarîyê didin zanîn ku hin çekdaran roja Yekşemê êrîş birine ser navendeke kontrolê ya artêşê ya li rojhilata başûrê Mûsilê û di êrîşê de bi kêmî ve 3 leşker hatine kuştin û 1 jî hatiye birîndar kirin.

DAIŞ di sala 2017’an de hatibû têk birin lê çekdarên wê yên mane li herêmên cuda yên Îraqê êrîşan dibin ser hêzên hikûmetê.

XS
SM
MD
LG