Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dewleta Îslamî Berpirsîya Êrîşa li Kandahar ya Afganistanê Digire Ser Xwe


Dewleta Îslamî berpirsîya êrîşa xwekujî ya li Kandahar ya li başûrê Afganistanê girt ser xwe.

Êrîş li mizgefteke Şîayan li dar ketibû û bi dehan kesan canên xwe ji dest dabûn û hin birîndar bûbûn.

Dewleta Îslamî di ser ajansa nûçeyan ya Amaqê re ragihand ku du çekdarên rêxistinê parêzvanên mizgeftê kuştine û li nav du komên ku yek ji wan bi qasî 300 kes têde, xwe peqandine.

Ew du hefteyên li du hev in ku çekdar êrîşî nimêja Înê dikin û bi dehan kesan dikujin.

XS
SM
MD
LG