Endamê Civata Nûneran ya Kongresa Amerîkî ji Partiya Komarî Paul Ryan bersîva Partîya Komarî li ser gotara salane ya Serokê Amerîkî Barack Obama da û daxwaz kir ku bizav bête kirin bo kêm kirina xercên hikûmetê û deynên hikûmetê çareser bikin.
Rêzdar Ryan ku nûnerê wîlayeta Wisconsin e, Serokê nû yê Komîta Bacê ye li Civata Nûneran. Wî rexne li serok Obama girtin li ser xercên hikûmetê û got, evê dê bibe eger ku welat pitir deyndar bibe. Herwesa rexne li qanûna guherîna saxbêriya saxlemîyê girtin û got, eve dê bibe sedema giran bûna bîmeya saxlemî û kêmî bûna karî.