Ji egera bombardumana firokên Tirkîyê, gundê Kanîmezinê li devera Berwarîya Bala tê çol kirin û derîyên xwendingehê jî tê girtin.
Firokên Tirkîyê berdewamî vê deverê borduman dikin û di vê dawîyê de rez û bostanên gundîyan ji egera vê bordumanê hatin sotin û kesên sivîl jî dibin armanc.
Gundê Kanîmezinê li ser cada serekî devera Kanîmasê ye ku pitir ji 30 malan pêk tê û hêdî hêdî tê berdan, taybetî piştî ji egera bordumana mamostayê xandingeha gund Xalid Abdurehman hatiye kuştin.
Rûniştvanên gund ber bi bajaran diçin û malên xwe bi cîh dihêlin û niha bi tenê 5 mal mane.
Welatî Qadir Kanîmezinî dibêje ku ew ji neçarî gundê xwe vala dikin.
“Gund hin xoş e û li ber bû em pitir ava bikin, lê piştî van bûyeran em gund vala dikin.”
Rêvebirê xwendingeha gund Fewzî Ahmed dibêje ku ger bi vî rengî borduman berdewam be, jiber valabûna gund û tirsa firokan ew dê dergehê xwendingehê bigirîn.
Gundî bal dikşînin ku revî ku niha dema giheştina berhemên cotyarîyê ne, ew nilarin herin nav zevî û bostanên xwe.