Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fermandarê YPG Mahmud Berxwedan: Emê li Her Derê Sûrîyê Pişta DAÎŞê Bişkînin


Piştî ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) endamên gruba tundrê Dewleta Îslamî ji navenda bajarê Kobanê derxist, niha operasyonên xwe li gundan didomîne.

Di vê hevpeyvîna taybet de, Fermandarê Giştî yê YPG li Kobanê, Mahmud Berxwedan li ser operasyonên rizgarkirina gundan agahîyên taybet dide.

Berxwedan dibêje, heta niha 80 ji sedê gundên Kobanê ji DAÎŞ hatine paqij kirin û jibo gundên mayîn jî operasyonên wan berdewam dikin.

"Me berê jî gotibû ku serkeftina me, serkeftina mirovahî ye li hember terorê. Heta ku hemî axa Kobanê azad bikin, emê şerê xwe yê dijî çeteyên DAIŞ bidomînin."

Berxwedan bi zimanekî xwebawer dîyar dike ku ewê li her derê Sûrîyê şerê DAÎŞ bikin û pişta wan bişkînin.

"Berê wan êrîşî me kiribû, niha em diherin ser wan. Li ku derê Sûrîyê be bila bibe, emê li her derî şerê wan çeteyan bikin û mirovên bin destê zordarîya wan rizgar bikin."

Berxwedan dîyar dike ku di demên pêş de ew dikanin bajarên wek Girêspî, Cerablus û Sirîn jî rizgar bikin jiber ku gelê wan bajarana ji wan daxwazên wî rengî dikin.

Fermandarê YPG bang li hêzên cîhanê dike ku piştgirî bidine wan jiber ku DAÎŞ bûye bela serê hemî cîhanê.

"Eger wan dewletên mezin bi rastî dixwazin ji DAÎŞê rizgar bin, gerek e alîkarîyame bikin jiber ku tenê em dikanin şerê wan bikin û wan têk bibin."

please wait

No media source currently available

0:00 0:11:54 0:00

XS
SM
MD
LG