Breaking News

Bessent Soza Domandina Zextên li ser Aborîya Îranê Dide

Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent îro Înê di hevpeyvînekê de ligel kanala CNBC’ê soz da ku ewê berdewam bin li ser zextên xwe yên li ser aborîya Îranê.

Wezîrê Xezîneyê eşkere kir ku piştî ku gefên nezelal ji Îranê wergirtine, ew hîn jî li bingeheke leşkerî ya Amerîkayê dijî.

Bessent got ku “Eger Îranî li dû min bin, ev tê wê wateyê ku ew di bin zextê de ne. Emê berdewam bin li ser astengkirina wan.”

Di meha Tebaxa 2026’an de, Bessent Operasyona Îzolekirina Aborî da destpêkirin, ku armanca wê ew bû ligel dorpêça deryayî ya Amerîkayê ya li ser benderên Îranê, hemû rêyên darayî yên mayî yên Îranê bibire.

XS
SM
MD
LG