Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bessent Dibêje Cezayên Nû li Dijî Îranê û Hevkarên Wê bi Rê de Ne

Wezîrê Xezîneya Amerîkayê Scott Bessent îro Çarşemê ragihand ku dibe ku kompanîyên firokan, sektora deryayî û pereyên dîjîtal bibin armancên nû yên cezayên Amerîkayê.

Wezîr Bessent di hevpeyvînekê de ligel kanala Fox News, piştî civîna G20 a vê hefteyê ya li Karolînaya Bakur, li ser piştgirîya Rûsyayê ya ji bo Îranê hat pirsîn û hişyarî da hemû kesî ku piştgirîya rejîma Îranê nekin.

Bessent ji Fox News re got "Peyama min ji bo hemû kesî ev e: Xwe jê dûr bixin. Em hemû dixwazin ev şer bidawî bibe, û herî lez rêya qedandina vê alozîyê ew e ku ti kes ti piştgirîyê nede vê rejîmê."

Ev hişyarîya Bessent rojek piştî wê yekê hat ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin piştgirîya xwe ya ji bo Îranê ragihand.

This item is part of
XS
SM
MD
LG