Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent îro Çarşemê kombûnek ligel Cîgirê Serokwzîrê Çînê He Lifeng li Koreya Başûr pêk anî.
Ev civîn beşek bû ji amadekirina ajendeya hevdîtinên Serokê Amerîkî Donald Trump ligel Serokê Çînê Xi Jinping li Beijingê ye.
Bessent û He li Firokxaneya Navnetewî ya Seoulê kom bûn û hate ragihandin ku wan mijarên aborî û bazirganî yên aloz gotûbêj kirin, tevî ku ne karbidestên Amerîkî û ne jî yên Çînî daxuyanî derbarê naveroka vê civînê dane.
Berî wê kombûnê, karbidestê Amerîkî ligel Serokê Koreya Başûr Lee Jae Myung li koşka serokatîyê civînek pêk anî. Serokê Koreyayî ligel Cîgirê Serokwezîrê Çînî jî bi awayekî cuda kom bû.