Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bessent: Her Êrîşek ser Welatên Kendavê Dê Rewşa Îranê Xirabtir Bike

Wezîrê Xezîneya Amerîkayê
Wezîrê Xezîneya Amerîkayê

Wezîrê Xezîneya Amerîkayê Scott bessent îro Pêncşemê ragihand ku "Rejîma Îranê dê di vê lîstika ku tenê ziyanê dide de binkeve."

Bessent li ser platforma X'ê got ku "her ziyanek bigihêje hevalbendên me yên li Kendavê, dê pereyê wê ji hesabên bankî yên Îranê were birîn."

Wezîrê Amerîkî hişyarî da û got: "Çi pereyê bacê bidin Sazîya Tengava Kendava Farisî, emê ewqas pere ji hesabên bankî yên Îranê derxin û bistînin."

Daxuyanîya Bessent bi vê bangwazîyê bidawî hat: “Her êrîşek ku Îran dike, dê rewşa wan a aborî û darayî xirabtir bike.”

Ev daxuyanîya Bessent piştî wê yekê hat ku Amerîkayê êrîşên xweparastinê birin ser Îranê û rejîma Tehranê jî êrîşî welatên Kendavê kir.

This item is part of
XS
SM
MD
LG