Breaking News

Wezîrê Xezîneya Amerîkayê: Îranê Gefa Kuştinê li Min Xwariye, Lê Ez Natirsim

Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent

Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Besant îro Înê piştrast kir ku wî rejîma Îranê gefên kuştinê li wî xwarine.

Bessent di hevpeyvînekê de ligel kanala CNBS got: "Wan gef li min xwarine ku min bikujin, lê ez û endamên din ên kabîneyê natirsin."

Wezîrê Xezîneyê di hevpeyvînê de bi dengekî tund li dijî karbidestên Îranî axivî û got, "Lanet li rêberên Komara Îslamî ya Îranê be."

Bessent got, "Ev yek nîşan dide ku tiştê em wekî beşek ji operasyona îzolekirina aborî dikin bikêrhatî ye." Wî herwiha diyar kir: "Çima divê ez bitirsim di demekê de ku hêzên me yên leşkerî yên wêrek li Kendavê hene?"

Karbidestê Amerîkî da zanîn ku Serokê Amerîkayê Donald Trump bi berdewamî bi gefên kuştinê re rûbirû maye.

Wî got, "Tiştê ku em dikin bi encam e û Pasdarên Şoreşê mîna lawirekî xeternak in ku ketiye nav davê."

Wezîrê Xezîneyê herwiha got ku şerê Îranê şokek enerjîyê çêkiriye, lê Amerîka dê wê derbas bike.

Wî diyar kir ku divê Banka Federal a Amerîkayê nêzîkatîyek "nerm" bigire û di bersiva şokê de rêjeyên faîzê pir zêde neke. Wî tekez kir ku şoka buhayên enerjîyê sivik dibe.

XS
SM
MD
LG