Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bessent: Em ê Cezayên Herî Dijwar ên Dîrokê li Îranê Bisepînin

Wezîrê Xezîneya Amerîkayê, Scott Bessent
Wezîrê Xezîneya Amerîkayê, Scott Bessent

Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent roja Pêncşemê ji CNBC re got ku Washington dixwaze "cezayên herî dijwar ên dîrokê" li ser Komara Îslamî ferz bike û ber bi "îzolekirina aborî ya hevrêz" a Tehranê ve biçe.

Bessent welatên ku cezayên Amerîkayê binpê kirine hişyar kir ku ev zext dê şiyana Komara Îslamî ya tevgerînê bi rêya ajanên xwe sînordar bike.

Bessent got ku ew ê roja Duşemê ji bo qotûbêj û hûrgulîyan civîneke çapemenîyê li dar bixe. Bessent got ku ewê kar li ser Îranê bikin û cezayên aborî dê bi bandor bin û " Em ê vê rejîmê hilweşînin."

Wezîrê Xezîneyê ji hevalbendên Amerîkayê re got, "Yan hûn bi me re ne yan jî li dijî me ne."

Wî got ku welatên ku bi Îranê re bazirganîyê dikin, di nav de bi veguhastina pereyan, kirîna petrola Îranê an veguhastina deryayî, dê bi Amerîkayê û Wezareta Xezîneyê re rû bi rû bimînin.

Wî got, "Dem hatiye ku hevalbendên me û tevahîya cîhanê biryara xwe bidin. Em ê aborîya vê rejîma kujer hilweşînin."

This item is part of
XS
SM
MD
LG