Berbijara Bajarvanîya Stenbolê ya Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Meral Daniş Beştaş dîyar kir ku ewê ji hilbijartinê venekişe.
Beştaş dîyar kir ku ewê xebatên xwe yên li Stenbolê heta roja dawî jibo serketinê bimeşînin.
‘’Jiber nîqaşên di televîzyonê de hin kes dibêjin ku wê berbijarên DEM Partî sê roj, hefteyekê berî hilbijartinê vekişin. Ez venakişim. Em çiqas deng bistînin jî emê heta roja dawî bixebitin.’’
Wê dîyar kir ku li Stenbolê tekane berbijara jin ew e û got ku ji erdhejê heta trafîkê jibo kêşeyên bajêr projeyên wan yên berfireh hene.
Beştaş got ku xebatên wan bo serketina DEM Partî ye û dîyar kir ku ew bi hinekên din nadin qezenc kirin yan hinda kirin.
Di hilbijartinên 2019’an de, Partîya Demokratîk ya Gelan (DEM Partî) li Stenbolê li hember desthilata Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) piştgirî dabû berbijarê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ekrem Îmamoglu.
Bajarvanê Stenbolê Îmamoglu jinûve berbijarê CHP’ê ye û li hember wî berbijarê AKP’ê Murat Kurum e.
Pisporên sîyasetê û kompanîyên anketan dibêjin rêjeya dengên DEM Partî wê jibo encamên Stenbolê dîyarker be.
Jêder: Haberturk