Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Beştaş: Îmamoglu bi Dengên Hilbijêrên DEM Partî bi Ser Ket

Berbijara Bajarvanîya Stenbolê ya Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Meral Daniş Beştaş got ku hilbijêrên wan ceza dane Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP).

Beştaş dîyar kir ku Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, ku dîsa berbijarê Partîya Gel ya Komarî (CHP) bû, bi dengên hilbijêrên DEM Partî bi ser ketiye.

‘’Bila Îmamoglu bi ti awayî nebêje ez bi dengên xwe bi ser ketime. Ew deng ne yên Îmamoglu ne. Hilbijêrên me deng dane wî.’’

Wê got ku hilbijêrên DEM Partî jiber ku xwestine ceza bidin AKP’ê deng dane Îmamoglu.

Ajansa Anadolu radigihîne ku li Stenbolê 80 ji sedê sindoqan vebûne û Îmamoglu 50 ji sedê dengan û berbijarê AKP’ê Murat Kurum jî 40 ji sedê dengan sitandine.

Li gor Ajansa Anadolu li Stenbolê rêjeya dengên DEM Partî nêzî 2 ji sedê ye.

Hin pisporên sîyasetê û kompanîyên anketan jî berî hilbijartinan digotin ku wê helwesta Kurdên Stenbolê jibo encamên wî bajarî dîyarker bin.

Karbidestên AKP’ê berî hilbijartinan dîyar dikirin ku CHP û DEM Partî hevkarîyeke veşartî dimeşînin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG