Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Beştaş Dibêje Kêşeyên Aborîya Tirkîyê Bê Çareserkirina Pirsa Kurdî Çareser Nabin


Şûngira Serokê Partîya Çep ya Kesk Meral Daniş Beştaş bi preskonferansekê ser rewşa aborîya Tirkîyê axifî.

Beştaş dîyar kir ku heta li Tirkîyê kêşeya Kurdan çareser nabe kêşeyên aborîyê jî çareser nabin.

‘’Hemwelatîyên Tirkîyê yên bi keda xwe debara xwe dikin roj bi roj feqîrtir dibin. Bi taybetî li bajarên mezin, rastîyeke wisa heye ku hemwelatî nikarin hewcedarîyên xwe yên bingehîn bikirin’’

Wê got ku jiber polîtîkayên şaş yên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) li Tirkîyê bi mîlyonan kes bê kar mane û di rewişeke xirab de ne.

Sîyasetvana Partîya Çep ya Kesk dîyar kir ku heta li Tirkîyê demokrasî bi cîh nebe û dadmendî jî nebe ewê kêşeyên aborî bidomin.

Beştaş got ku jiber pereyên jibo şer têne xerc kirin feqîrî didome û zêde dibe.

Jêder: Ajansa Mezopotamya

XS
SM
MD
LG