Rêxistina Jîyan li bajarê Çemçemal ya Herêma Kurdistana Îraqê bo dermankirina kesên bi nexweşîyên derûnî û taybetî jî qurbanîyên Enfalê bexçeyeke mezin ava kir.
Di nav wê bexçeyê de gelek lawirên wek baz, gakûvî, pezkûvî hene ku mirov dikarin wan temaşe bikin û bi wan re dem derbaz bikin .
Serokê rêxistinê Salah Arif Ahmed dibêje ku banora heywanan li ser saxlemîya mirovan gelek erênî ye. "Dema mirov bi ajalan re didin, dîstînin xwe baştir hêst dikin û di dawî de bi temamî qenc dibin."
Ahmed dide zanîn ku wan 10,000 dar çandine û ew dar rojane tên avdan.