Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Analîz: Lihevhatina Bexda Û Hewlêr Dê Qeyrana Aborî ya Herêmê Çareser Neke


Berpirsê Beşê Siyaseta Giştî li Navenda Îraqê ya Lêkolîn û Analîzên Siyasî û Aborî, weha dibîne ku lihevhatina di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexda de, dê krîz û qeyranên aborî çareser neke, eger ku herêma Kurdistanê çaksaziyên bingehîn encam nede û bi cidî gendeliya heyî jinav nebe.

Mihemed Husên Şirovekar
Mihemed Husên Şirovekar

Mihemed Husên Berpirsê Navendê di hevpeyvîna li gel Dengê Amerîka dibêje "Rêya çarseriyê ya tekane û derketin ji krîza ku Herêma Kurdistanê rast hatîye çaksazî û nehiştina bi yekcarî ya gendeliyê ye, weke din hewildanên din tenê dê pînekirin û paşxistina peqînek cemawerî û girseya qel be ji îro bo sibê."

Berpirsê Beşê Siyaseta Giştî li Navenda Îraqê weha dibîne ku lihevhatina Herêmê û Bexda krîza aboriya herêmê çareser nake, jiber ku pişka budceyê bo hikûmeta herêmê tê şandin, tenê têra mehaneyên karmendan dike, lê yên ku niha xwepêşandanan encam didin û nerazîne, ew xortên bêkar in yên ku xwendin û zanîngehan temam dikin û kar bidest wan nakeve.

Mihemed Husên di beşeke din yê axiftinên xwe de zelal dike ku Serokwezîrê niha Mistefa Al Kazimî ne rêgire di rêya lihevhatina sala 2019ê de, ya ku li gel Serokwezîrê berê Adil Abdulmahdî pêk anî ku li gorî wê Petrola herêmê li hember hinartina budceyê radestî Bexda bihê kirin, û dixwazin heman lihevhatinê bo budceya sala 2021ê derbaz bikin Husên dibêje "Ev ne peymanek dawiyê ye, ev hevdu famkirine ne peymane û hêşta danûstandên di nava parlemenê da bidawî nebûne, hêşta diyar nîne kanê komîta malî dê destkariyê bike, razî bibe yan ne."

Hin pêzanînên ku derketine holê didin diyar kirin ku, eger heta dawiya vê salê Hikûmeta Herêmê li gel Bexda negihe encamekê, Yekêtî Niştîmanî Kurdistan yekalî dê li gel Bexda bigihe lihevhatinekê ku beşê petrola li jêr kontrola wan de ye li Silêmaniyê û Germiyan dê radestî Bexda bikin. Lê Mihemed Husên vê yekê dûr dibîne jiber ku ew dibêje, petrola wê herêmê ne geleke, her hemî rojê 40-45 hezar bermîlên petrol ne.

Di heman dema ku şandeke hikûmeta Herêma Kurdistanê bo danûstandinan çibûn Bexda û dabû zanîn ku ew gihane lihev têgehişteniekê, lê dîsan li parêzgeha Silêmaniyê û li herêma Germiyan xwepêşêndanên nerazê pêk tên û tundûtîjî di van xwepêşandanan de derketine û ziyanên giyanî û madî çêbûne.

Raporta Kerkuk 08 12 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:03 0:00

XS
SM
MD
LG