Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilcivîna Bexda Dê Hewil Bide Navbera Îran-Saûdî Baş Bike


Serokwezîrê Îraqê stafa al-Kadhimi
Serokwezîrê Îraqê stafa al-Kadhimi

Bexda 25ê Tebaxê (Reuters), Îraqî bo Hilcivîna Bexda Îran û neyarên wê yên Kendavê bang dike bi armanca nehêlana nakokiyên wan ku çi nemabû duberî kûrtir bibin di salên dawiyê de.

Berpirs dibêjin, civîn dê herwiha şerên li Yemenê û rewşa hilweşyayî ya li Libnanê û kirîza ava herêmî gotûbêj bike, ku dibe pêngavek be ji bo nêzîk kirina Îran û Erebistana Saûdî, her çend hêjî wan asta beşdarûna di Hilcivîna Bexda de eşkere nekirîye.

Serokwezîrê Îraqê Mistefa al-Kazimî bang li hevpeymanên Kendavê Urdon û Misrê, hewiha Trikiya û serokê Fransa Emmanuel Macron kirîye ku ew bixwe yek ji rêkxerên hilcîvîna Bexda ye, ku tê çaverê kirin roja Şemiyê 28ê Tebaxê pêk bihê.

Jêderekî Serokatiya Fransa gotiye, Macron û Kazimî dixwazin bi rêka diaylogê aloziyên herêmî kêm bikin, di nav de pêşxistina diyaloga derbarê ewlekariyê, jêder dibêje, "Armanc ji pêşxeriyê jibo tiştekî li vêderê û berdewamiya wê piştî vê Hilcivînê." hebe.

Alozî di navbera Erebistana Saûdî ya Sinî û Îrana Şîa mezheb de zêdebûn, ku ew neyarên kevin yên herêmî ne, bi taybet piştî êrîşên 2019ê bo ser kompaniyên pişesaziya petrola Saûdî, êrîşên ku bûne sedema rawestandina nîva berhemê Erebistana Saûdî bo demekî kurt.

Riyaz Îranê, bi wan êrîşên tawanbar kirbû, ku her tim Îranê ew Îdia red kirine. Her du welat hevpeymanên grûpên şerkerin li Yemenê û têkilî di navbera wan de ji sala 2016an ve qut bûne, her çend wan dom daye gotûbêjên rasterast li Îraqê di meha Nîsana vê salê de.

Tirs heye ku di diyaloga vejiyandina peymana navokî ya bi Îranê re sizayên Amerîka li ser Tehranê bihêne sist kirin, ku Riyaz wê weke gef dibîne eger ku nerihetiyên wê yên derbarê mûşekên Îranê nebe beşekî peymana navokî ya bi Îranê re.

Îraq bi hêvîye ku serokê nû yê Îranê yê tundrê Îbrahîm Reîsî beşdarî Hilcivînê bibe, û tê çaverê kirin ku wezîr dê ji welatên kendavê ji Saûdiyê û Îmaratan beşdar bibin.

Berpirsekî nêzî Kazimî Serokwezîrê Îraqê gotiye, "Het ku eger me karî wezîrên derve jî bînîn ba hev li ser maseyekê, dibe ku ev weke derketina ji aloziyan di navbera Îranê Erebên Kendavê deriyek be."

XS
SM
MD
LG