Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ'ê Xwe Berpirs ji Êrîşa Ser Bajarokê Tarimiye li Îraqê Ragihand


Arşîv: Çekdarekî alayê DAIŞ'ê hilgirtîye li bajarê Reqa 29î Hezîrana 2014an.
Arşîv: Çekdarekî alayê DAIŞ'ê hilgirtîye li bajarê Reqa 29î Hezîrana 2014an.

Rêxistina dewleta Îslamê DAIŞ'ê, roja Çarşemê ragihand ku êrîşa doh Sêşemê ya li nêzîk bajarokê Tarimîye pêkhatîn çekdarên wan ew êrîş encam daye.

Çavkaniyek elwekariya Îraqê gotiye ajansa Reuters, Sêşemê êrîşek li dij xelkê sivîl li Tarimîye pêkhatiye, ya ku 25 kîlometran ji aliyê baku ji paytext Bexda dûre, di encam de 8 kesên sivîl di nava kuştiyan hebûn.

Di daxuyaniya DAIŞ'ê de hatiye ku, wan 22 kes di êrîşê de kuştine, weke daxuyanî dibêje hemûm kuştî "endamên Heşda Eşayîrî ne" mebest jê Heşda Şaabî ya ku hikumeta Bexda piştevaniya wan dike.

Daxuyaniya DAIŞ'ê dîsan dibêje"şer û pevçûn bi çekê sivik û navîn pêkhatin, 22 bêol, hatin jinav birin û 10 kes jî birîndar bûn".

Îraqê meha 12an ya sala bûrî serkeftina giştî ya bi ser DAIŞê de ragihand bû, DAIŞ ku sala 2014an gelek herêmên Îraqê kontrol kir bûn, lê dîsan heta nihe peqîn û êrîşan li Bexda û herêmên cûda yên Îraqê encam dide.

XS
SM
MD
LG