Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bexda: Di Teqînekê de Herî Kêm 10 Kes Kuştî Û 20 Birîndar Hene


Xelk li cihê teqîna ku şeva borî li Bexda pêkhatbû
Xelk li cihê teqîna ku şeva borî li Bexda pêkhatbû

Di teqîna li Bexdayê de herî kêm 10 kes mirin û zêdetirî 20 kes jî birîndar bûn

Çavkaniyên ewlekarî û saxlemiyê ragihandin ku di encama teqînekê de li rojhilatê Bexdayê herî kêm 10 kes hatine kuştin û zêdetirî 20 kesên din jî birîndar bûne.

Çavkaniyên ewlekarî diyar kirin ku teqîn li garajeke li nêzî yarîgeheke futbolê û qehwexaneyekê pêk hatiye, piştî teqîna otombîleke bombekirî û di encam de tankereke gazê ya li derdorê teqiya.

Piraniya qurbaniyan kesên ku li stadiyuma taxê wê herêmê futbol dilîstin bûn.

Di daxuyaniya leşkerî de hat gotin ku tankera gazê di garajekê de li rojhilatê Bexdayê teqiya û di encamê de gelek kes hatin kuştin û hêzên ewlehiyê jî li ser sedemê lêkolînê dikin.

Şemiyê Fermandarê Operasyonên Bexdayê Ehmed Selîm derbarê teqînê daxuyaniyek da ajansa nûçeyan ya Îraqê (INA) û hûrgiliyên teqîna tankeke gazê li rojhilatê paytext eşkere kir.
Selîm ji (INA) re got, " teqînek li nêzîkî aliyê rojavayê (Qenat Al Ceyîş) li taxa Qahîreyê pêkhatîye, lê wî tu agahiyên zêdetir nedan.

XS
SM
MD
LG