Ajansa Reutersê ragihand ku di xwepêşandanên dijî hikûmetê de 5 kes bi guleyên hêzên ewlekarîyê li Bexda hatine kuştin.
Dîdevanekî ji ajansê re got ku wî li ser Pira Ahrar termê xwepêşanarekî dît ku bi guleyên hêzên ewlekarîyê hatibû kuştin û ji alîyê xwepêşanderan ve ji cîhê bûyerê dihat rakirin.
Kamerevanekî Reutersê jî dîtiye ku bi kêmî ve 4 kes hatine kuştin.
Lê, jêderên ewlekarî û yên saxlamîyê ragihand ku tenê 1 kes hate kuştin û 22 kesên din jî birîndar bûn û ne guleyên rastîn, lê guleyên plastîk û gazên rondikrêj hatine xebitandin.