Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Duşemê ragihand ku di êrîşeke çekdarî ya li Bexda ya paytexta Îraqê de 11 kes hatine kuştin 8 kesên din jî birîndar bûne.
Reutersê dîyar kir ku çekdarên ku nasnameyên wan nehatine tespît kirin bi çekên otomatîk û bombeyên destan êrîş li dar xistine.
Artêşa Îraqê bi daxuyanîyekê da zanîn ku ‘’koma terorîst’’ ya bi 4 çekdaran êrîş birine ser hêzên Sunî yên bi piştgirîya hikûmetê.
Li gor daxuyanîya artêşê, di êrîşê de 4 kes hatine kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûne.
Jêderên ewlekarîyê didin zanîn ku hêzên polîs û leşkeran bo girtina êrîşvanan dest bi operasyonê kirine.