Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ'ê Berpirsîya Êrîşa Bexda Girt Ser Xwe


Reuters’ê ragihand ku di êrîşeke bi maşîneyeke bombebarkirî de, 8 kes li Bexda ya paytaxta Îraqê hatine kuştin.

Êrîş, li bazareke navçeya Cemîla, ku piranîya wê Şîa ne, pêk hat.

Berpirsîya êrîşê Dewleta Îslamî (DAIŞ) girt ser xwe.

DAIŞ’ê di ser Ajansa Amaqê re dîyar kir ku di êrîşê de armanca wan kesên Şîa bûne. Amaqê da zanîn ku êrîş li herêma Sadr li dar ketîye.

Jêderên ewlekarîya Îraqê hîn piştrast nekirine ku êrîş xwekujî ye yan ne.

XS
SM
MD
LG