Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Du Peqînên li Bexda de bi Dehan Kuştî û Birîndar Hene


(Arşîv)
(Arşîv)

Reuters’ê îro Duşemê ragihand ku li Bexda ya paytaxta Îraqê serê sibê li pey hev du êrîşên xwekujî li dar ketine.

Wezareta Saxlemî ya Îraqê da zanîn ku êrîşan de bi kêmî ve 27 kes hatine kuştin û 80 kesên din jî birîndar bûne.

Êrîş li Qada El-Tayyaran, ku li navenda Bexda ye, li dar ketin. Du komandoyên xwekuştinê yên nêzî hevdu xwe li wê qadê peqandin.

Medya Îraqê dide zanîn ku rewşa hin birîndaran giran e.

Hîn ti rêxistin berpirsîya êrîşê negirtîye ser xwe.

XS
SM
MD
LG