Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bexda Îro Şîna Qurbanîyên Êrîşa Bombeyî Digire


Rûniştvanên Bexdayê jibo qurbanîyên êrîşa bombeyî ya roja Duşemê mûm vêxistin û bi gul û kulîkan ew bi bîr anîn.

Di êrîşa kujer de bi kêmî ve 30 kes hatibûn kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûbûn.

Artêşa Îraqê di daxuyanîyekê de ragihand ku êrîş li bazara Wahlat ya li taxa Sedr qewimîye.

Daxuyanîyê dîyar kir ku serokwezîrê Îraqê Mustafa el-Kazimî biryara desteserkirina fermandarê polîsê federal ku ji wê sûkê berpirs e, daye.

Artêşê da zanîn ku di derbarê peqînê de lêpirsîn hatiye destpê kirin û xebat hîn didomin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku cara sêyan e ku bombeyeke li bazarekî pir şenîbar ya li rojhilata Bexdayê dipeqe.

Du karbidestên bijîşkî jî got ku di peqîna hêzdar de herî kêm 30 kes hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Peqîn rojeke bera Cejna Qurbanê, li bazareke şenîbar qewimî ku gel jibo kirîna pêdivîyên eydê herikîbûn wê derê.

Dîdevanan ragihand ku piştî peqînê tiştên li bazarê dihatin firotin li erdê belav bûbûn û xwedîyên dikanan ji di hewilên rizgarkirinê piştgirî dan hêzên ewlekarîyê.

Heta niha ti kes berpirsîya êrîşa bombeyî ranekiriye ser xwe, lê DAIŞ’ê li herêmê êrîşên bi heman rengî pêk anîbûn.

XS
SM
MD
LG