Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brian Hook: Ger Îran Êrîş Bike, Emê Bersîveke Leşkerî Bidin


Nûnerê Taybet yê Amerîka jibo Îranê Brian Hook îro got ku ger Îran êrîş bibe ser berjewendîyên wê, Amerîka dê bi hêza leşkerî bersîvdana wê bide.

Hook ew daxuyanî îro li Erebistana Saudî da ku Amerîka û welatên Ereb hember gefên Îranê civîneke herêmî li bajarê Mekke li dar dixin.

Wî bi berdewam got ku pêngavên ku wan heta niha li Rojhilata Navîn, dijî Îranê avêtine rola xwe lîstine û rê li ber êrîşkarîya Îranê girtine.

Leşkerîya Amerîkî dijî gefên Îranê hêzên nû şandibûn Rojhilata Navîn ku di nav wan de gemîyên firokhilgir û bombevanên B-52 jî hene.

Şîretvanê Netewî yê Amerîka John Bolton roja Çarşemê gotibû ku Îran berpirsa êrîşên hember keştîyên nefthilgir yên li berava Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî ye.

Îranê tawankarîyên Bolton bi tundî red kiribû û gotibû ku ti peywendîya wê bi wan êrîşan tuneye.

Serokê Amerîka Donald Trump jî hefteya derbazbûyî îran hişyar kiribû ku ger êrîşî berjewendîyên Amerîkî li Rojhilata Navîn bike, ewê bersîvdaneke pir tund bidin.

XS
SM
MD
LG