Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Dehan Kes li Sûrîyê Hatine Kuştin, Dema Çavdêr Serdanên Xwe Didomînin


Bi Dehan Kes li Sûrîyê Hatine Kuştin, Dema Çavdêr Serdanên Xwe Didomînin

Bizavkar dibêjin, hêzên ewlekarîyê yên Sûrî îro Înê herî kêm 32 kes kuştin, li vê demê ku çavdêrên Yekîtîya Ereb serdana gelek deveran kir, jibo şopandina kiryarên hikûmeta Sûrî.

Komîteya Kordînasyona Xwecîhî ya Sûrî ya opozîsyonê dibêje, piranîya kuştinkarîyan qewimîn, piştî ku hêzên ewlekarîyê gule barandin ser xwenîşanderan.

Bizavkar û dîdevan dibêjin, bi sed hezaran kes li seranser welêt derketine kolanan û careke din bang li Serok Beşar kirin ku dest ji serokatîyê berde.

Bi alîyekî din ve, ajansa SANA ya dewletê, hîn wêneyan nîşan dan ku piştgirên Beşar Esed li Şam û Hama alayên Sûrî bilind dikirin û wêneyên serok radikirin.

Neteweyên Yekbûyî texmîn dike ku nêzîkî 5.000 kes ji Adarê ya destpêbûna xwepêşandanên vir ve ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG