Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Behreynê, bi Hezaran Kes Xwepêşandanan Didomînin


Li Behreynê, bi Hezaran Kes Xwepêşandanan Didomînin
Li Behreynê, bi Hezaran Kes Xwepêşandanan Didomînin

Bi hezaran bizavkarên demokrasîxwaz ku piranîya wan Şîa ne, xwepêşandana xwe do Duşemê berdewam kir, li meydana serekî ya paytaxta Behreynê.

Xwenîşanderan destê wan de kon, barîyer û alavên din bi girseyî geheştine Meydana Mirarî ya Manama’yê, piştî ku polîs roja Pêncşemê dest danabûn ser alav û tiştên wan.

Prensê Behreynê, Şahzade Salman Bîn Hamad El Xalîfa banga xwe bo rêberên opozîsyonê dubare kir ku werine danûstandinan û daxwazên xwe yên reformê gotûbêj bikin.

Opozîsyona Behreynê daxwaz ji melîk dike ku parlemanê bifeşilîne û Serokwezîr Xalîfa Bîn Salman El Xalîfa jî biqewtîne, berî ku ew qayil bin destbi danûstandinan bikin.

Rêvebirên ji partîya hevrik ya Şîayan, Tevgera El Wefaq roja Yekşemê hikûmeta Serokwezîr Xelîfa Bîn Salman El Xalîfa tawanbar kirîbû, jibo xûn rijandina vê dawîyê ku bi kêmî ve 7 kes kuştibûn û bi sedan kesên din jî birîndar kirîbûn.

XS
SM
MD
LG