Breaking News

Bi Sedema Lêkdana Du Trênan li Hindistanê, Bi Dehan Kes Bûne Qurbanî

Karbidestên herêma Bengal a Rojava ya Hindistanê dibêjin bi sedema lêkdana du trênan bi kêmî ve 60 kes hatin kuştin û nizîkî 120 kesên din birîndar bûn.

Karbidest dibêjin li demjimêr 2'ê sipêdê bi demê xwecihî, trêneka lezîn xwe li trêneka rawestayî da li Kolkata, paytexta herêma Bengal a Rojava.

Dem û dest, sedema lêkdanê nehat diyar kirin. Hindistan xwedana yek ji mezintirîn torên trênan e li cîhanê.

Nizîkî 18 milyon kes li Hindistanê rojane siwarê trênan dibin. Her sal nizîkî 300 rûdanên trênan li Hindistanê çê dibin.



XS
SM
MD
LG