Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Êrîşên Dijî Civata Amerîkîyên Cihû Şermezar Dike


Serokê Amerîka Joe Biden
Serokê Amerîka Joe Biden

Serokê Amerîka Joe Biden îro Duşemê şîdeta dijî civakên Cihû yên li Amerîka û derveyî welat li ser Twitter'ê, şermezar kir.

"Êrîşên vê dawîyê yên ser civata Cihûyan pir xirab e, naye qebûl kirin û divê rawestin. Ez vê reftara nefretê ya li hindur û derveyî welêt şermezar dikim – ev pirsîyarîya me hemîyan e ku em bo nefretlê qadeke ewle nedin," Biden got.

Piştî despêka şerê di navbera Îsraîl û mîlatanên Hamasê yên li Gazeyê, di nava 11 rojan de, li eyaletên New York City, Los Angeles û Florida dijî Cihûyan gelek êrîşên fîzîkî yan devkî têne ragihandin.

Gilad Erdan, balyozê Îsraîlê yê li Amerîka, li ser Twitter'ê bersîva Biden da û sipasîya xwe anî ziman.

Erdan got ku ew hêvî dike ku êrîşker demûdest werin radestkirinê dadmendîyê û tawanên nefretê werin rawestandin.

"Şeytankirina Îsraîlê bi eşkereyî ev zêdebûna antî Semîtîzmê geş dike. Divê were sekinandin," Erdan got.

Pênc rexistinên Cihûyên mezin roja Înîyê ji Biden xwestin ku dijî tawanên antî Semîtîzmê deng bike û kiryarên taybet pêşniyar kirin, di nav de li kampusên zanîngehan tekoşîna hemberî nefretê û zêdekirina ewlehîya bo sazîyên olî.

Komên Cihû, di nameyekê destnîşan kirin ku ji destpêka alozîya li Gazeyê destpê kiriye vir ve, li seranserê cîhanê û li Amerîka, gelek bûyerên antî Semîtîk, pêk hatine.

"Berpirsên van êrîşan bi zanebûn sazî û kesên Cihû tenê bi sedema ola xwe bêyî ti sedemên din armanc dikin, ev kiryarana bi gotarên bêrûmetkirina bi sedsalan, bi îdayên nerast û gotarên bêbingeh yên hêrskirinê têne reva kirin," nameyê got.

Name, ji hêla Komîteya Cihû ya Amerîkî, Lîga Dij Bêrûmetkirinê, Hadassah, Federasyonên Cihû yên Amerîkaya Bakur û Yekîtîya Civatên Cihûyên Ortodoks yên Amerîkayê ve hate îmza kirin.

Joseph Borgen yê 29 salî ragihand ku ew şeva Pêncşemê li qada Times Square ya New Yorkê , ji alîyê komekî mirovan bi dirûşmên antî Semîtîk yên dijî wî hatiye, êrîş kirin.

Vîdyoyeke ku êrîşa dijî Borgen ku kumê serê Cihûyan li serê xwe kiribû, di dawiya hefteyê de li ser gelek televîzyonan gelek caran hat weşandin.

Zilamekî jiber êrîşê hatiye desteser kirin û bo çend yên din jî, biryara desterkirina polîsan heye.

Agirbesta di navbera Îsraîl û Hamasê ya bi navbeynkarîya Misirê, îro di roja çara, didome.

Karbidestên saxlemîyê ragihand ku di şerê 11 rojan ya li Gazeyê 248 kes hatine kuştin.

Hevdem, bijîşkan got ku li Îsraîlê di encama avêtina mûşekan de 13 kes hatine kuştin.


XS
SM
MD
LG