Cêgirê Serokê Amerîkî Joe Biden dibêjit, eger gelê Afganî xwest Amerîka li Afganistanê bimînit heta piştî sala 2014 ê, Amerîka ji wî erkî re amadeye.
Têbînîyên birêz Biden îro sêşem piştî kombûnekê bûn digel Serokê Afganî Hamid Karzai. Wî got, rahênan û alîkarîyên Amerîka ji Afganistanê re dê berdewambin heta piştî sala 2014 ê û herdû welatan êk armanc heye, ew jî li gora gotina wî , Afganistaneka tena û xwûdan serwerî ye.
Li gora rêkeftinekê par hatîye kirin, Amerîka evsal dê serbazên xwe ji Afganistanê vekêşit û berpisyarîya parastinê bidet bidet hêzên Afganî heta dawî ya sala 2014 ê.