Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Li Ser Peywendîyên Amerîka û Afrîka Nîşana Şewazeke Nû Dide


Serok Amerîka Joe Biden
Serok Amerîka Joe Biden

Serokê Amerîka Joe Biden, îro Şemîyê di Hilcivîna Yekîtîya Afrîka ya 2021 de, ji bo rêberên Afrîkî bi vîdyoyekê peyamek pêşkêş kir.

Hilcivîna Yekîtîya Afrîka îsal cara 34'an li Addis Ababa ya paytexta Ethyopya jiber pandemîya COVID-19 li ser înternetê tê lidarxistin.

Biden got:

"Amerîka niha amade ye ku ji bo hevgirtin, piştgirî û rêzgirtina hevbeş bibe hevparê we.”

Serok Biden di axaftina xwe de nerînek hevpar ya bo siberojek çêtir ya digel mezinbûna bazirganî û weberhênanê ku aştî û ewlehîyê pêşve dibe, destnîşan kir.

Wî got:

"Siberojeke ku soza pêşxistina saziyên meyên demokratîk û pêşketina mafên tevahîya mirovan, jin û keçan, kesên LGBTQ, kesên bi kemasî û mirovên ji her pêkhateyek etnîkî, olî û mîrasî dide."

Serokê Komîsyona Yekîtîya Afrîka Musa Fakî Mihemmed, pêşwazîya peyama Biden kir û got ku Yekîtîya Afrîkî li bendê ye ku hevkarîya stratejîk AU-USA jinûve ava bike.

Karbidestek payebilind yê rêveberîya Biden ji Dengê Amerîka re ragihand ku, serok Biden dixwest xwesteka Amerîka nîşan bide ku jinûve hevkarîyeke xurt bi parzemînê, bi mirovên wê re, bi dîasporayê re, û her wiha hevkarên din yên AU re avakirine, daxwaz dike.

"Têkiliyên li seranserê Afrîkayê ser bingeha rêzgirtin û hevkarîyê jinûve zindî kirin," wî got.

Di roja seroktîya xwe ya yekê de, Biden qedexeya a rêwîtiyê ya rêveberiya Trump ya dijî welatên ku piranî ya wan misilman û Afrîkî yên wek Lîbya, Somalî, Erître, Nîjerya, Sudan û Tanzanya betal kir.

Kiryarên Biden ji rêveberiya berê, ku bi piranî sîyaseta xwe ya Afrîkayê di çarçoweya pêşbazîya Amerîka ya bi Çînê re yan mîna şanogehek ji bo şerê tundrew, veqetandineke girîng temsîl dike.

"Amerîka vegerîya, dîplomasî vegerîya," Biden got.

Di axaftina xwe ya bo hilcivînê de, Biden got ku ew dixwaze bi sazîyên herêmî re bixebite ku pandemîya COVID-19 têk bibe, hemberî guhertina avûhewayê tekoşîn bike û bi Yekîtîya Afrîka re dîplomasiyê bike da ku pirsgirêkên li parzemînê çareser bike.

XS
SM
MD
LG