Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Bo Şîna Qurbaniyên Teqekirina Teksasê Biryara Daxistina Alayê Dewletê Dide


Serokê Amerîka Joe Biden roja Yekşemê, biryar da ku alayê Amerîka bînin xwar jiber şîna qurbanîyên gulebarana li navendeke kirînûfirotinê li Teksasê, roja Şemîyê, ku di encamê de 8 kes hatin kuştin û 7 kesên din jî birîndar bûn, herwiha berguman jî xwe kuşt.

Biden di daxuyaniyekê de wiha got: "Weke rêzgirtin ji bo qurbaniyên bûyerên tundûtûjiyê yên ku di 6ê Gulana 2023an de li Allen, Texasê pêk hat, ez ji ber desthilata ku di destê min de ye wek Serokê Amerîka û li gorî destûr û qanûnên Amerîka, min biryar da ku ala dewletê li Koşka Spî û li ser avahî û saziyên fedral, li bingehên leşkerî û bingehên deryayî û li ser hemî keştîyên deryayî yên girêdayî hikûmeta fedral û herêma Kolmbiya li ser hemî xaka Amerîka û herêmên girêdayî wê heta rojavabûnê li roja 11ê Gulanê 2023ê, heta nîvê bînin xwar".

Biden dîsan got: "Herwiha ez ferman didim ku di heman demê de li hemî balyozxane, nûneratî, ofîsên konsulosxane û saziyên din yên li derveyî welêt, di nav de saziyên leşkerî, navend û keştiyên hêzên deryayî jî di nav de ala heta nîvê daliqandî bimînin."

Li wîlayeta Teksasê li navenda bazarê mezin yê "Allen Premium Outlets", ku 40 km li bakurê Dallasê ye û dawiya hefteyê şahidî ji qerebalixê re dike, gulebarana heremkî pêkhat û bû sedema derketina tirsê.

Serokê Amerîka car dî bang li Kongresê kir da ku çekên êrîşber qedexe bike.
Biden di daxuyaniyek din de got:

"Ez careke din ji Kongreê daxwaz dikim ku qanûna qedexekirina çekên êrîşê ji min re bişîne... Ez ê derhal îmze bikim".

Jêder: Ajans/White House

XS
SM
MD
LG