Serokê Amerîka Joe Biden 5 roj berî ku posta xwe bide Donald Trump, cara dawî ji gelê Amerîkî re axifî.
Biden di axaftina xwe ya dawî de got jiber ku ew serketina Amerîka dixwaze ew jibo rêvebirîya nû serketinê dixwaze.
Sîyasetvanê bi qasî 50 sal in di nav sîyasetê de ye di destpêka axaftina xwe de banga yekbûna Amerîkîyan kir.
Wî got ku dibe ku di cudabûna hêzan de, sîstema kontrolkirinê de hin kêşe hebin, lê vê yekê demokrasîya wan bi qasî 250 salan parastiye.
Biden ser peymana agirbest û dîlan ya Îsraîl û Hamasê got ku plan ji alîyê tîma wî ve hatiye pêş xistin û dîyar kir ku para mezin ya planê wê ji alîyê rêvebirîya nû ve were meşandin.
Serokê Amerîkî dîyar kir ku wî ji tîma xwe re gotiye ku tîma rêvebirîya nû ser planê tam agahdar bikin.
Biden got jiber ku hêz di destê çend kesên pir zengîn de bi awayekî metirsîdar kom bûye ew ketiye fikaran û hişyarî da ku ew hêz neyên kontrol kirin dibe ku jibo tiştên xirab were karanîn.
Di axaftina xwe ya dawî de Biden ser medyaya civakî û sekinandina fact-chekê, rawestandina bernameyên kontrolkirina agahîyan jî axifî.
Biden ser dezenformasyonê hişyarî da û bal kişand ser dijwarîyên medyaya azad.
Wî bi berdewamî dîyar kir ku jibo hişberîya çêkirî hin tedbîr çêbin û got ku ne Çîn, lê divê Amerîka jibo hişberîya çêkirî rêberîyê bike.
Joe Bidenê Demokrat wê 20’ê Çileyê roja Duşemê karê xwe bide Donald Trumpê Komarî.
Biden tevî ya dawî pênc caran axaftina jibo gel kir.
6 mehên berê, berî vê axaftina xwe ya dawî, Biden gava jibo gel axîfî, ragihand ku ew ji berbijarîya hilbijartinên seroktîyê vedikişe û destekê dide cîgira xwe Kamala Harris.
Jêder: VOA