Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington: Niyeta Biden Nîne di Lûtkeya G20 de bi Welîehdê Saûdiyê re Bicive


Biden û Mohammed bin Salman
Biden û Mohammed bin Salman

Şêwirmendê Ewlehiya Netewî yê Koşka Spî Jake Sullivan roja Yekşemê got, Serokê Amerîka Joe Biden "niyeta wî tune" ye ku bi Welîehdê Erebistana Saûdî Mihemed Bin Selman re di lûtkeya G20 ya meha bihê de ku dê li Endonezyayê çê bibe, bicive.

Dema ku CNN ji Sullivan pirsî kanê têkiliya di navbera Riyad û Washington de di çi rewş de ne, piştî ku biryarên civîna OPEC+ bi kêrî Rûsyayê tên, Wî da zanîn ku "Serok bi bandor gotêye ku ewê têkiliya Amerîka bi Erebistana Saûdî re ji nû ve binirxîne, ji ber ku wan li dijî berjewendiyên gelê Amerîkî aliyê Rûsyayê girt."

Herwiha wî got, "Ev têkiliyên ku bi dehsalan bi piştgiriya dupartî hatine avakirin," Demokrat û Komariyan, wî zêde kir û got. "Ji ber vê yekê serok dê bi biryarek lez tevnegere." Û got, "Lê niyeta wî tune ku di Lûtkeya G20 de bi welîehd re hevdîtinan pêk bîne".

Şêwirmendê Biden destnîşan kir ku di nav bijardeyên ku ji bo ji nû ve nirxandina têkiliyên bi Riyadê re têne kirin de "di nêzîkbûna me de, ya di warê alîkariya leşkerî ya ji bo Erebistana Saûdî" guhertin hene.

Hefteya borî, OPEC+, ku 13 endamên Rêxistina Welatên Neftê Hinarde dikin hene, bi serokatiya Erebistana Siûdî û 10 hevkarên wan bi serokatiya Rûsya, biryar da ku kotaya berhemanîna xwe kêm bike, ji bo piştgirîkirina bihayên neftê yên ku kêm dibin.

Rayedarên Amerîkî, Ewopî û şirovekar weha dibînin ku biryara vê dawiyê ya ku OPEC+ bi serokatiya Erebistana Saûdî pêkhatî, bi kêrî Rûsya tê û ewê bibe sedema dirêjbûna şerê ku li dij Ukrayna tê meşandin.

XS
SM
MD
LG