Qesira Sipî ragihand ku Serok Joe Biden bi rêberên Qatar û Misirê re ser rewşa dawî ya li Gazayê peyîvîye.
"Serok Biden bûyera trajîk û xembar ya li bakurê Gaza, berdana dîlên di destê Hamasê de û garantîyên jibo agirbesta 6 hefteyî bi Serokê Misirê Abdel Fattah Sîsî û Emîrê Qatarê Şêx Tamîm Bîn Hamad El-Thanî re ser kuştinên li bakurê Gaza axifî."
Qesira Sipî bi berdewamî got ku rêberan ser kuştina sîvîlan xemgînîyên xwe ji hevdu re gotine û dîyar kirine ku divê danûstandin demûdest encam bidin ku alîkarî zûtir herin Gaza.
Qesira Sipî dîyar kir ku rêberan bal kişandiye ser berdana rehîneyên destê Hamasê ku di 7’ê Cotmehê de dîl hatibûn girtin da ku li Gaza agirbesteke demûdest ya 6 hefteyî pêk were.
Karbidestên saxlemî yên li Gaza dibêjin ku pirtir ji 100 Filîstînî dema li benda alîkarîyan bûne ji alîyê hêzên Îsraîlî ve hatine kuştin, lê Îsraîl dîyar dike ku piranîya qurbanîyan bi qamyonên alîkarîyê hatine kuştin.
Jêder: AP