Serokê Amerîka Joe Biden Îro Duşemê ser berdana pênc hemwelatîyên Amerîkî li Îranê girtî bûn peyameke taybet weşand, piştî ku ew îro di çarçevoya peymaneke bi navbeynkarîya Qatarê hatin berdan.
“Îro pênc Amerîkîyên bêguneh ên ku li Îranê girtî bûn, vedigerin welatê xwe. Sîyamak Namazî, Murad Tahbaz, Emad Şerqî û du welatîyên ku dixwazin navên wan eşkere nebin, piştî bi salan êş û azar û nezelalî, wê di demek nêz de bihegijin hezkirîyên xwe, ,“ Biden got.
Firoka ku ji alîyê navbeynkar Qatarê ve hatibû şandin, 5 welatîyên Amerîkî û du xizmên wan ji Tehranê birin Doha ya paytexta Qatarê, piştî ku her du alî piştrast kirin ku 6 mîlyar dolarên Îranê ku li Koreya Başûr cemidandîbû giheştîye Qatarê.
Berdevikê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî piştrast kir ku diravên wan giheştîne Qatarê.
Serok Biden di peyama xwe de bo hewildanên pêkhatina pêguhertina girtîyan, spasîya dîplomatên Amerîkî û yên hevbendan wek hikûmeta Qatar, Uman, Swîsre û Koreya Başûr kir.
“Ez bi taybet spasîya Emîrê Qatarê Şêx Temîm Bin Hemed û Siltanê Umanê Heysem bin Tariq dikim, ku her du jî bi dîplomasîya xurt ya bi mehan, alîkarîya hêsankirina vê peymanê kirin.“
Biden bi berdewamî dîyar kir ku ewê jiber kiryarên provakatîf yên Îranê yên li herêmê toleyên ser Tehranê bidomînin.
“Em îro dijî serokê berê Mehmûd Ehmedînejad û Wezareta Îstixbarata Îranê li gor qanûna Levinson toleyan radigîhinin jiber ku rola wan di desteserkirinên ne rewa de heye, “ Biden got.
Wî herwiha welatîyên Amerîka ser serdanên Îranê hişyar kirin û got ku divê xwedîyê pasaportên Amerîkî nerin wir.
“Wezareta Derve ya Amerîka hişyarîyeke demdirêj ya rêwîtîyê ragihandîye ku dibêje: “Jiber xeterîya revandin û girtin û desterkirina keyfî ya welatîyên Amerîka nerin Îranê. Divê hemî Amerîkî guh bidin wan hişyarîyan û ger werin girtin bila ti bendewarîya wan tunebe ku ewê werin azad kirin,“ Biden got.
Karbidestên Îranê navên 5 Îranîyên ku ji alîyê Amerîka ve hatine azad kirin wek Mehrdad Moîn Ensarî, Kambiz Attar-Kaşanî, Riza Serhengpûr-Kefranî, Emîn Hesenzade û Kawe Afrasiabî eşkere kirin.
Du karbidestên Îranî berê gotibû ku Afrasiabi wê li Amerîka bimîne, lê behsa yên din nekiribû.
Peymana pêguhertina girtîyan berîya Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) yali New Yorkê pêk tê, ku serokê Îranê Îbrahîm Reîsî jî tê de diaxife. Lê, li gor şîrovakaran pêguhertin nayê wê wateyê ku girjîya navbera Amerîka û Îranê kêmtir bûye.