Serokê Amerîka Joe Biden îro Înê got ku ew jibo Gaza nêzî agirbestê bûne.
Biden li Qesra Sipî ji rojnamevanan dîyar kir ku danûstandinên ser agirbestê heta hefteya pêş sekinîne.
‘’Ez naxwazim bêyomîyê bînim ti tiştî. Em dikarin tiştekî bibînin, lê em hîn negihiştîne wê qonaxê.’’
Lê, Biden geşbînîya xwe dîyar kir ku ew li gor sê rojên berê di danûstandinên agirbestê de pir pêşve çûne.
Amerîka, Misir û Qatar jibo agirbesta li Gaza, berdana dîlan û alîkarîyên jibo herêmê di navbera Hamas û Îsraîlê de navbeynkarîyê dikin.
Ji alîyê din ve ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken wê roja Yekşemê here Îsraîlê.
Reutersê ji zarê Axiosê dîyar kir ku Blinken wê roja Duşemê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re bicive.
Axios radigihîne ku dibe ku Blinken serdana Qahîre û Doha jî bike.
Jêder: Reuters