Serokê Amerîka Joe Biden ser danûstandinên jibo sekinandina şerê li Gaza got ku ew hêvî dike serê hefteya pêş li wir agirbest were ragihandin.
Biden li New Yorkê ji rojnamevanan re dîyar kir ku şîretvanê ewlekarîya netewî ji wî re gotiye ku ew nêzî agirbestê bûne.
‘’Em nêzîkê bûne. Hîn karê me neqedîye. Ez hêvî dikim ku Duşema pêş agirbest were ragihandin.’’
Danûstandiner hewil didin ku pevçûnan jibo 6 hefteyan rawestînin.
Ger lihevkirin çêbe rehîneyên di destê Hamasê de û girtîyên Filîstînî yên Îsraîlê girtine wê werin berdan.
Bi lihevkirinê wê her roj bi sedan kamyon jî alîkarîya mirovî bibin Gaza.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu agirbesta demkî wê plana wan ya jibo operasyona li Refah ya li başûrê Gaza neguherîne.
Jimareke mezin ya Filîstînîyan jibo ewlekarîyê ji herêmên din yên Gaza revîne Refahê û gumana operasyonê bîragiştî ya navnetewî xist fikaran.
Ofîsa Netanyahu do Duşemê ragihand ku artêşa Îsraîlê planên ser operasyona li Gaza û derxistina gel ji herêmê dane kabîneya şer.
Amerîka, ku di şerê dijî Hamasê de hevbenda nêz ya Îsraîlê ye, ew dewlet hişyar kir ku heta Filîstînîyên li Refahê bi awayekî ewle dernexe dest bi operasyonê neke.
Netanyahu eşkere nekir ku ewê Filîstînîyan bibin kîjan herêmê û Misirê jî ragihand ku ewê sînorên xwe veneke.
Piranîya Gaza bi operasyonên Îsraîlê, ku piştî êrîşên Hamasê yên 7’ê Cotmehê destpê kir, hilweşî.
Îsraîl dibêje di êrîşên Hamasê de 1200 kes hatine kuştin û Wezareta Saxlemî ya Gaza, ku Hamas bi rêve dibe, dide zanîn ku di êrîşên Îsraîlê de bi qasî 30,000 kes hatine kuştin.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres dîyar kir ku alîkarîya mirovî ya li Gaza bi her awayî Kêm dimîne û dîyar kir ku ger Îsraîl li Refahê operasyonê çêke ewê zarareke mezin bide hewildanên alîkarîyê.
Guterres got ku li Refahê pirtir ji 1 mîlyon Filîstînî dimînin û dîyar kir ewê operasyon plan û bernameyên alîkarîyê rawestîne.
Îsraîlê do Duşemê dîyar kir ku wê li Zeytun ya li rojhilata Gaza û Xan Yunis ya li başûrê Gaza bi dehan çekdar kuştine.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê li ‘’kûrahîyên Lubnanê’’ êrîş birine ser Hizbulahê.
Jêderên ewlekarîyê dibêjin ku êrîş li nêzî bajerê Baalbek li dar ketine û di encamê de du çekdarên Hizbulahê hatine kuştin.
Şerê li sînor yê Îsraîl û Hizbulah ya hevbenda Hamasê fikaran çêdikin ku ewê girjîya li Rojhilata Navîn gur bibe.
Jêder: AP, AFP, VOA