Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden di Salvegera Girtina Rojnamevan Gershkovich de, Dibêje Ewê ji Rûsya Hesab Bipirsin


Rojnamevanê Wall Street Journal Evan Gershkovich, li dadgeha li Moskowê di qefesek cam de ye, Rûsya, di 14 Rêbendan, 2023.
Rojnamevanê Wall Street Journal Evan Gershkovich, li dadgeha li Moskowê di qefesek cam de ye, Rûsya, di 14 Rêbendan, 2023.

Serokê Amerîka Joe Biden îro Înê jibo salvegera yekê ya girtina rojnamevanê Wall Street Journal Evan Gershkovich li Rûsya, dîyar kir ku Moskow wê hesabê karanîna Amerîkîyan jibo bazarîyê bide.

"Emê bi berdewamî şermezar bikin û jibo hewlên hovane yên Rûsya hesab ji wê bixwazin ku Amerîkîyan jibo wek alavên bazarîyê bi kar tine," Biden di daxuyanîyeke nivîskî de got.

Rojnamevanê Amerîkî Gershkovich di 29’ê Adara sala borî de, li bajarê Yekaterinburg ji hêla Servîsa Ewlekarîya Federal (FSB) ya Rûsya ve, bi îdiaya sîxurîyê hat girtin.

Gershkovich bû rojnamevanê yekê yê Amerîkî ku ji serdama Şerê Sar vir ve, bi tawanbarî sîxurîyê li Rûsya hatiye girtin.

Biden di daxuyanîya xwe de girtina Gershkovich yê 32 salî wek "bi tevahî neheqî û dij qanûnî" bi nav kir.

"Mîna ku min ji dê û bavê Evan re gotîye, ezê ti car hêvîya xwe na birim û emê jibo bestberdana wî her roj bixebitin," wî got.

Kremlinê do Pêncşemê got ku dema mijar nîqaşa ser pevguhertina girtîyan ya pêkan be, rewşa Gershkovich jî dikarre were rojevê.

Rojnamevan Gershkovich bixwe, rojnameya wî Wall Street Journal û hikûmeta Amerîka hemû red dikin ku ew sîxur e.

FSB dibêje ku Gershkovich hewl dida ku agahîy nepenî yên artêşa Rûsî leşkerî bi dest bixe.

Gershkovich niha li girtîgeha Lefortovo ya ewlekarîya bilind ya Moskowê gîrtî ye û dema girtina wî heta 30’ê Hezîranê hatiye dirêj kirin.

Rêberên Kongresa Amerîkî ji her du partîyan jî - Serokê Civata Senatoran Demokrat Chuck Schumer yê Demokrat û Serokê Civata Nûneran Mike Johnson yê Komarî – îro bi daxuyanîyeke hevbeş girtina Gershkovich şermezar kirin.

Schumer û Johnson herwiha girtina rojnamevan wek bê bingeh û ne rewa bi nav kirin.

Wezîrê Derve Antony Blinken dîyar kir ku girtina Gershkovich rewşa xirab ya ser medya Rûsî hîn dijwartir kiriye.

Biden û Blinken di daxuyanîyên îro de herwiha girtina deryavanê berê yê Amerîkî Paul Whelan jî carek din şermezar kirin, ku di 2018’an de li Moskowê hatibû girtin û di 2020’an de bi tawanên sîxurîyê cezayê 16 salan ya girtîgehê ji wî re hatibû birîn.

Whelan û hikûmeta Amerîkî tawanên sîxurîyê red dikin.

"Ji Evan, ji Paul Whelan re û ji hemû Amerîkîyên ku li derveyî welat dîl têne girtin yan jî bi neheqî hatine desteser kirin: Em bi we re ne. Û emê ti carî dev ji xebata xwe bernedin da ku we bînin mal," Biden got:

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG