Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Biden Wê Serdana Îsraîlê Bike


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken got ku Serok Joe Biden dê sibê Çarşemê serdana Îsraîlê bike.

Blinken plana Biden piştî danûstandinên bi karbidestên Îsraîlê re ragihand.

"Serok Biden wê di serdanê de ser armanc û stratejîyên Îsraîlê bi awayekî berfireh were agahdar kirin û ewê ser alîkarîyên jibo sîvîlên li Gaza jî danûstandinan bike," Blinken ji rojnamevanan re got.

Berdevkê Ewlekarîya Netewî yê Qesira Sipî John Kirby jî dîyar kir ku Biden wê ser vexwendina Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu here Îsraîlê.

Kirby got ku armanca serekî ya Biden nîşandana hevkarîya jibo Îsraîlê û alîkarîyên jibo sîvîlên li Gaza ye.

Wî derheqa naveroka serdanê hûrgilî neda, lê dîyar kir ku Biden wê piştî serdana Îsraîlê derbazî Urdunê bibe.

Jêder: Reuters, VOA

XS
SM
MD
LG