Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Yekemîn Civîna Kabîna Hikûmetê Encam Dide


Serokê Amerîka Joe Biden li Pittsburgh derabrê plana Binesaziyê di peyve. 31ê Adarê, 2021.
Serokê Amerîka Joe Biden li Pittsburgh derabrê plana Binesaziyê di peyve. 31ê Adarê, 2021.

Roja Pêncşemê Serokê Amerîka Joe Biden dê yekmîn civîna hikûmetê bi amadebûna wezîran pêk bîne.

Civîna kabîna hikûmetê di wî çaxî de pêk tê, dema ku rêvebiriyê pêşniyara plana Binesaziyê bi bihayê "2 trîlyon" dolaran daye destpêkirin û tê çaverê kirin ku Kongres razî bibe.

Di heman demê de hefteyek derbaz bo bi ser tekez kirina Civta Nûneran re ku rezamendiyê li ser wezîrê herî dawî yê Civata Wezîran diyar bike.

Qesra Spî dibêje, 25 kes dê di civîna Pêncşemê de amade bibin. Di nava vê hejmarê de Cîgir û Serokên Rêvebiriyên Cibickar yên weke Wezareta Berevaniyê, Wezareta Derve, Wezareta Maliyê (Xezînê) û zêdebarî berpirsên di asta bilind de yên weke Serokê Îstîxbarata Niştîmanî.

Jiber xweparastina ji vîrusa korona û ji hev dûrbûna civakî li ciyê odeya civînên Civata Wezîran ya nimûneyî li Qesra Spî dê civîn li odeya rojhilat pêk bihê, ku cihekî odeyeke mezintire.

Hemû beşdarên civînê dê maskan li ber xwe bikin.

Zêdebarî plana Binesaziyê, berpirsên rêvebiriyê kar dikin jibo geşkirina proje yasaya alîkariyên li hember vîrusa korona ya ku hatî biryardan ku bihayê 1.9 trîlyon dolar in. Serok Biden meha borî îmza kirbû, li gor wê pere bi gelek malbatên Amerîkî hatbû dan herwiha alîkariya kompanî û hikûmetên herêmî yên eyaletan hatiye kirin.

XS
SM
MD
LG