Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden bi Awayekî Surprîz Serdana Kîevê Kir


Serokê Amerîka Joe Biden çend rojan berî salvegera yekê ya şerê Rûsya û Ukrayna serdana Kîev ya paytext kir.

Wêne û dîmenên li ser medyaya civakî raber dikin ku Biden bi Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy re dimeşe.

Di dîmenan de Biden li Qada Mykhailivska ya Ukrayna çelengekê datîne.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku di serdana Biden de li Kîev alarm lêketine.

Çaverê ye Biden piştî Ukrayna serdana Polonya ya cîran bike.

Şerê Rûsya û Ukrayna par di meha Sibatê de destpê kir.

Amerîka û hevbendên wê di şerê Rûsya û Ukrayna de bi Kîevê re ne.

Moskow, Amerîka û hevbendên wê bi gurkirina girjîyê tawanbar dike û dibêje ew nikarin rê li ber armancên hêzên Rûs bigirin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG