Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Dê li Atlantayê li Dêra Martin Luther King Biaxive


Serokê Amerîka Joe Biden
Serokê Amerîka Joe Biden


Serokê Amerîka Joe Biden dê bibe yekem serokê Amerîkî yê rûniştî ku îro Yekşemê li dêra Martin Luther King Jr. li Atlanta biaxive, di demekê de ku ew hewl dide piştgirîyê di nav Amerîkî yên Afrîqî de wergire berî ku careke din bibe kandîdê seroktiyê di hilbijartinên sala 2024an de.

Bi helkefta cejna neteweyî ya rêberê mafên sivîl yê kuştî, Biden dê li Dêra Baptist Ebenezer li ser vexwendina keşeyê wê, Senatorê Demokrat yê Amerîkî Raphael Warnock yê wîlayeta Georgia, axaftinekê pêşkêş bike.

Yekşem ew 94emîn rojbûna Martin Luther King e. Ew di 39 saliya xwe de di sala 1968an de li Memphis, Tennessee, ji hêla cudaxwaz James Earl Ray ve hate kuştin. King ji sala 1960 heta mirina xwe qeşeyê dêra Ebenezer bû.

Keisha Lance Bottoms, şaredara berê ya Atlanta û rêvebira Ofîsa Tevlêbûna Giştî ya Koşka Spî, roja Înê ji rojnamevanan re got ku Biden "dê ronî bide ser jiyan û mîrasa Dr. King.”

Wê got, “ew ê li ser gelek mijaran biaxive, di nav de çiqas girîng e ku em bigihêjin demokrasiya xwe."

Gelek serok, di nav de jî Biden, serdana Ebenezer kirine da ku rêzê li King bigrin, Lê Biden dê bibe yekem serok ku di nimêja sibê de li ser menberê biaxive, li gorî Lance Bottoms.

Roja Duşemê, pişûya neteweyî ye ji bo pîrozkirina King, Biden dê bi parêzvanê mafên sivîl Al Sharpton re li Waşintonê bicive, û bi koma xwe, Tora Çalakiya Neteweyî re biaxive.

Tê çaverêkirin ku Biden di hefteyên pêş de daxwaza xwe ya ji nû ve hilbijartinê eşkere bike.

Biden di sala 2020an de, bi piştgirîyek xurt ji aliyê dengderên reş ve hate hilbijartin piştî ku soz da bêtir kar bike ji bo berfirehkirina mafên dengdanê û çareserkirina pirsgirêkên din ên dadweriya nijadî. Lê hin grûpên çalakvan axaftina wî ya sala 2022an a rêzgirtina King boykot kirin, ji ber tiştê ku ew wekî nebûna kiryarên li ser erdê dibînin.

Lance Bottoms got, "Serok her tiştê ku dikare di desthilata xwe ya rêvebirinê de bike kiriye û dê berdewam bike." "Niha pêwîs e Kongrês tevbigere."

Wê got, "Ebenezer kevirê bingehîn ê civaka reş e û ez bawer im ku serok dê guh bide ka hewcedarî û daxwazên me ji bo welatê me çi ne."

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG