Serokê Amerîka Joe Biden îro Duşemê li Washingonê mazuvanîya Melik Abdulahê rêvebirê Urdunê dike.
Çaverê ye ku Biden û Melik Abdulah ser berdana dîlên li Gaza û fikarên jiber êrîşên Îsraîlê yên li Refahê çêbûne bipeyivin.
Meha borî, li bingeheke Amerîka ya li Urdunê 3 leşkerên Amerîkî bi êrîşeke dronî hatibû kuştin û ji wê çaxê vir ve rêberên her du dewletan cara pêşî dicivin.
Biden ser êrîşê komên bi piştgirîya Îranê tawanbar kir ku ev êrîş ji destpêka şerê Hamas û Îsraîlê vir ve li Rojhilat Navîn jibo Amerîka êrîşa herî kujer bû.
Civîna Biden û qral Abdulah di vê demê de tê ku Washington hewil dide ku Hamas û Îsraîl navbereke mirovahî ragihînin.
Qesira Sipî bi zêdebûna hejmara mirîyên li Gaza, jiber piştgirîya jibo Îsraîlê tê rexne kirin.
Urdun û dewletên din yên Ereb êrîşên Îsraîlê bi tundî rexne dikin û jiber zêdebûna hejmara mirîyên sîvîl banga argirbestê dikin.
Biden demeke kin piştî êrîşên 7’ê Comtehê serdana Îsraîlê kiribû û plan kiribû ku here Urdunê jî lê ew serdan hatibû betal kirin.
Serokê Amerîka di vegerê de dîyar kiribû ku wî jibo lihevkirina ser navbera mirovahî û vekirina derîyê Refahê jibo alîkarîyan navbeynkarî kiriye.
Ji wê demê vir ve, karbidestên rêvebirîya Biden jibo danûstandinan jimareke caran serdana Rojhilat Navîn kirine.
Jêder: VOA