Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden di Salvegera 20’an ya Êrîşên 11’ê Îlonê de Banga Yekîtîyê Dike


Serokê Amerîkî Joe Biden bang li Amerîkan dike ku hestê xwe yê hevkarîyê vegerîne wekî çawa ew hest berî 20 salan, piştî êrîşên terorîstî yên 11’ê Îlonê hatibû pêş.

Biden, dema ku êrîşbiran çar firoke revandin û êrîşa her xirab di dîroka Amerîka de sala 2001’ê pêk anîn, wê çaxê senator bû.

Niha ew cara yekê wekî serok beşdarîya merasîmên salvegera11’ê Îlonê dike.

Serok Biden plan dike ku îro serdana her sê cihên ku firoke lê ketin bike.

Qesra Spî derengî roja Înîyê gotarek tomarkirî ya Biden belav kir, tê de wî qala “hestê rastî yê yekîtîya netewî” kir ku piştî wan êrîşan derket holê.

Biden got, “ji bo min ew dersa sereke ya 11’ê Îlonê ye. Yekîtî hêza me ya herî xurt e.”

Biden Înîyê bi şev gihişte bajarê New York. Îro Şemîyê ewê destpêkê serdana cihê Bîrewerîya Niştimanî ya 11’ê Îlonê bike. Li wî cihî herdu avahîyên Navenda Bazirganîya Cîhanî di êrîşên berî 20 salan de hatin xwarê.

Piştî New Yorkê, ewê Biden biçe bajarê Shanksville, li wîlayeta Pennsylvania, cihê ku firokeyek ji esman hate xwarê piştî ku hinek rêwîyên qehreman bi terorîstan re şer kir û rê li ber girt ku bigihêje Washington. Piştî Shanksville, serokê Amerîkî diçe Pentagonê, ku ew jî rastî êrîşekê di 11’ê Îlonê de hat.

“Çiqas dem derbaz bibe jî, ev bîrewerî her tiştî careke din vedigerînin hişê mirov wek tu dibêjî qey ew nûçe berî çend kelîyan hatiye,” Biden di gotara xwe ya roja Înîyê de got.

XS
SM
MD
LG