Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Bang li Anmerîkîyan Dike ku Nîjadperestîya Sipîyan Red Bikin


Serokê Amerîka Joe Biden îro Sêşemê bang li hemî Amerîkîyan kir ku "jahira" nîjadperestîya sipîyan red bikin.

Biden di axaftina xwe li bajarê Buffalo ya New Yorkê ji malbatên qurbanîyên êrîşa dawî ya nîjadperestîyê kir ku 10 kes di wê êrîşê de hatibûn kuştin.

"Nîjadperestîya sipîyan jahir e û bi rastî jî wiha ye û ew ji hindurê sîyaseta me de diherike," Biden got.

Wî dîyar kir ku çekdarê ku 9 Amerîkîyên Reş û zerevanekî sipî li hewil dida ew biparastana, bi kîndarîya di encama zimanê tund ya medyayê hatine kuştin.

“Zimanê nefretê ya di medya, sîyaset û înternetê de bûye sedem ku kesên hêrsbûyî, hinda û bê dost bi awayekî nerewane bawer dikin ku cîhê wan wê nemîne û kesên ne wek wan wê şûna wan kesan bigirin,” Biden bi berdewamî got.

XS
SM
MD
LG