Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden: Putin Hemî Ewrupa Anî Ber NATO


Serokê Amerîka Joe Biden îro got ku bersîvdana Rojava ya dijî şerê hovane ya Serokê Rûsya Vladimir Putin ya ser Ukrayna nîşan dide ku ew bi nirxên hevbeş sîyasetê dikin, ne bi sînorên cografî.

Biden dagirkerîya Rûsî wek êrîşeke rastrast ya ser hîma nîzama navnetewî bi nav kir.

“Armanca kiryarên Putin ew bû ku tevahîya Ewrupa wek Fînaldîya bike, anku wana bêalî bike. Lê, li şûna wê yekê hemî Ewrupa bû alîgirên NATOyê.”

Biden, ew axaftina xwe di merasîma qedandina Akademîya Hêzên Deryayî (Naval Academy) de kir û ji xwendekaran re got ku ewê nûner û berevankarên demokrasîya wan in.

XS
SM
MD
LG