Roja Înê, Serokê Amerîka Joe Biden pêşnîyara "Îsraîlî" ya agirbestekê li kerta gazyê û gihiştina rawestandina şer ya maynde û vegerandina kesên ku ji alîyê Hamasê ve hatine revandin, nirxand, ev di wê de ye ku hin şirove vê wek "şansa dawî" dibînin, li jêr roşnahiya zextên Washingtonê li ser her du aliyên şer ku zêdetirî 8 mehan e dom dike.
Axaftina Biden şeva Şemiyê hat, ku bonek pîroze di ola Cihûyan de ku mirovên olî kar nakin, bertek jî ji aliyê rastgirên tund yên Îsraîlê paşket heta roja piştre.
Pêşniyara Îsraîlê ji 3 qonaxan pêk tê ku nexşerêyek ji bo bidawîkirina şerê li Gazayê ye û Biden bang li hemû aliyan kir ku derfetê ji dest nedin ji bo gihîştina rêkeftinek ku dawî li şer bîne.
Wî di axaftina xwe ya li Qesra Spî de derbarê rewşa Rojhilata Navîn de got, "Îsraîl ji bo agirbesteke domdar li Gaz û azadkirina dîl di 3 qonaxan de pêşniyarek pêşkêş kir" û bi rîya Qatarê ji Hamasê re hat şandin ( Ya ku li Amerîka û hin welatên din di lîsta terorê de ye).
Ji aliyê xwe ve, Hamasê roja Înê di daxuyaniyekê de got ku ew pêşniyara ku ji aliyê Biden ve hatî ragihandin erênî dibînin.
Biden dîsan di axiftina xwe de dema ku hêzên Îsraîlî ber bi bajarê Refahê yê başûrê Gazayê ve kûrtir pêşve diçin, Serok Joe Biden ragihand ku Hamas şiyana xwe ya pêkanîna êrîşên mezin yên terorîstî li ser Îsraîlê ji dest daye û got jî ku ew pêşniyara jibo agirbestê dipejirînin.
"Dem hatiye ku ev şer bi dawî bibe, roja dest pê bike, ne sibê," wî got.
Biden peymanek sê qonax diyar kir ku dê bi rawestana demkî ya şeş-hefteyî di şer de dest pê bike, ku wî got ku dê bibe sedema rawestandinek mayînde ya dijminatiyê bi Hamas re.
Lê îro Şemiyê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got ku heta şiyanên leşkerî û rêvebirinê yên Hamasê tênê pûç kirin wê li Gaza ti agribesta mayînde çênebe.
Daxuyanîya Netanyahu ya onlayn hat weşandin, piştî gotinên Serokê Amerîka Joe Biden yên ser agirbestê.
Jêder: VOA/Alhurra/Reuters