Serokwezîrê Îsraîl Benjamin Netanyahu roja Yekşemê got ku ew bi serokê Amerîkî Joe Biden re neaxivî ji dema ku biden bersivdana leşkerî ya Îsraîlê li dijî Hamasê wek bersivdaneke zêde tund bi nav kir.
Netanyahu di hevpeyvîna xwe ya di bernameya "Fox News Sunday" de, axivî.
Wî nîşan bi axaftinên Biden a ku roja Yekşemê di bernameya "This Week" ya ABCyê de hat weşandin, da.
Wî got, "Ez piştgirîya serok Biden ji bo Îsraîlê ji destpêka şer ve bi başî dinirxînim. Ez bi rastî nizanim mebesta wî bi vê yekê çi bû."
Çavkanî: Reuters