Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden: Helwesta Netanyahu ya jibo Şerê li Gaza Şaş E


Serokê Amerîka Joe Biden rexneyên xwe yên dijî Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu didomîne.

Biden di hevpeyvînekê de, ku do Sêşemê hat weşandin, dîyar kir ku helwesta Netanyahu ya jibo şerê li Gaza şaş e.

‘’Bi nêrîna min tiştê ew dike şaş e. Ez wek wî nafikirim.’’

Wî di rojên borî de jî Îsraîl ser bombebarana li Gaza rexne kiribû û dîyar kiribû ku kiryarên leşkerî yên wê dewletê tund in.

Qesira Sipî hefteya borî dîyar kiribû ku Biden ji Netanyahu re gotiye ku Amerîka wê alîkarîya xwe ya jibo Îsraîlê bidomîne, lê bi şertê ku ew berevanîya sîvîl û xebatkarên alîkarîyê bike.

Banga ser berevanîya sîvîl û xebatkarên alîkarîyê piştî êrîşeke esmanî ya Îsraîlê, ku di encamê de 7 xebatkarên Word Central Kitchen hatibûn kuştin, hat.

Biden di hevpeyvîna roja Sêşemê de got ku ew ji Îsraîlîyan dixwaze ku banga agirbestê bikin û jibo 6-8 hefteyên pêş destûrê bidin ku derman û xwarin herêma şer.

Îsraîl jiber êrîşên wê yên ser Gaza bi rexneyên navneteweyî re rûbirû maye.

Li nav Amerîka jî, aktîvîstên dijî şer, Misilman û Amerîkîyên Ereb çend meh in protestoyan dikin ku Amerîka alîkarîya leşkerî ya jibo Îsraîlê sînordar bike.

Agahîyên fermî yên Îsraîlê nîşan didin ku di êrîşên Hamasê yên 7’ê Cotmehê de 1200 kuştin.

Wezareta Saxlemî ya Gaza, ku Hamas bi rêve dibe, dide zanîn ku di êrîşên Îsraîlê de pirtir ji 33,000 kes hatine kuştin û bi qasî 2 mîlyon kes jî neçar mane ku ji warên xwe derkevin û rewişa birçîbûnê jî girantir dibe.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG